• Thursday, 09 May 2024
logo

Li erdheja Wanê jimara miriyan gihişt 217 kesî

Li erdheja Wanê jimara miriyan gihişt 217 kesî
Li Tirkiyeyê, jimara kesên ku ji ber erdheja duhî ya li Wan û Ercîşê canê xwe ji dest daye, gihiştiye 217 kesî.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Îdrîs Naîm Şahîn ragihand ku ji ber erdheja duhî ya bi hêza 7.2ê ya di seat 13:40ê de, li navenda Wanê 100 û li bajaroka Ercîşê jî 117 kesî canê xwe ji dest daye.

Şahîn da zanîn ku li navenda Wanê 350 û li Ercîş û gundên derdora wê jî 740 kes birîndar bûne.
Li Wan û Ercîşê rakirina kavilên erdhêjê dom dike û her ku diçe jimara mirî û birîndaran jî zêde dibe.
Hata ragihandin ku li Ercîşê di bin kavilên nêzîkî 80 bînayên 5 qatî de hêj gelek kes mane. Li Wanê jî bînayeke 6 qetî hilweşiyaye û xelaskirina welatiyên ku tê de mane dom dike.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jî duhî serdana Wan û Ercîşê kir û li wir da zanîn ku Îsraîl û Yewnan jî tê de nêzîkî 20 welatên dinyayê ragihandine ku ew amade ne alîkariya Tirkiyeyê bikin.

Cihê bibîrxistinê ye, di sala 1976an de jî li bajaroka Çaldirana ser bi Wanê erdheke bi hêza 7.2ê çêbûbû û di encamê de 3 hezar kesî canê xwe ji dest dabû.

AKnews
Top