• Thursday, 09 May 2024
logo

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka: Ketina Rejîma Esed misoger e

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka: Ketina Rejîma Esed misoger e
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Leon Panetta li Îsraîlê ragehand ku; ‘’Herçiqas mirov nikare wextekî hur ji ketina rejîma Beşar Esed re diyar bike, lê belê ruxana hikûmeta Sûriyê bi destê raperîna xelkê tiştekî misoger e.’’

Ajansa Nûçeyan a Fransa daxwiyand ku Panetta, piştî hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê ji rojnamevanan re gotiye: ‘’Amerîka û welatên din eşkere gotine ku divê rejîma Beşar Esed dest ji desthilatê berde.’’

Herwiha Ajansa Nûçeyan Reuters jî belav kir ku piştî hêzên leşkerî yên Sûriyê ketine bajarê Risten, dest bi girtina xelkê kirine û zêdeyî 3 hezar kes binçav kirine.

Rudaw
Top