Serokê Herêma Kurdistanê hatina meha remezana pîroz li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir
(Şehr remezan elezî enzel fîhî elqûran huden llînasî û beynatîn mîne alhûde û elfurqan)
/Sedeq ellah û lezîm/
bi helkefta hatina meha remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li sercem misilmanên cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim hatina vê mehê pir bi bereket û bi rehmet bibê û her wiha bibe cihê xêr û xweşiya gelê Kurdistan û sercem gelên Iraqê û pêşxistina giyana birayetî û pêkve jiyanê û hemû pêkhatan jî bikîn armanca xwe ya serekî ku eve jî cewhera ola pîroza îslame.
Her wekî dixwazim gelê me herdem yekrêzî û yekhelwestiya xwe biparêzê ji bo gihiştina bi tevahiya mafên rewayên me li çarçêweya destûr û Iraqekî Federal û demokrat da.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30 Şe'ban 1432 Koçî
31/07/2011 Zayînî