• Saturday, 30 November 2024
logo

Danayîfer: Mafê Îranê ye Herêma Kurdistanê topbaran bike

Gulan Media August 1, 2011 Nûçe
Danayîfer: Mafê Îranê ye Herêma Kurdistanê topbaran bike
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li İraqê Hesen Danayîfer ragehand ku mafê Îranê ye axa Herêma Kurdistanê topbaran bike; ‘’Ji ber ku Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji nav axa Herêma Kurdistanê êrîşî Îranê dike.’’

Di civîneke çapemeniyê de Hesen Danayîfer got: ‘’Mafê artêşa welatê min e navçeyên sînor ên Herêma Kurdistanê topbaran bike û bi mebesta şopandina çekdarên PJAKê jî bê nav axa herêmê, ji ber PJAK axa İraqê bikar tîne bo êrîşkirina ser welatê me, loma mafê me ye bersiv bidin û berevaniyê li xwe bikin.’’

Nêzîka mehekê dibe Komara Îslamî ya Îranê bi hinceta PJAKê dîsan dest bi topbarankirina axa Herêma Kurdistanê kiriye û di encam de heta niha sê hevwelatiyên sivîl hatine kuştin ku yek ji wan zaroyekî 13 salî bi navê Mihemed Enter bû, herwiha çend hevwelatî jî birîndar bûn, ji xeynî zerareke zêde ya maddî û koçberbûna gundiyên deverê.

Rudaw
Top