• Saturday, 30 November 2024
logo

Obama: emê hewl bidin Beşar Esed riswakin

Gulan Media August 1, 2011 Nûçe
Obama: emê hewl bidin  Beşar Esed riswakin
Barach Obama Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), êrişa artêşa Sûriyeyê li dijî xwepêşandêran li bajarê Hemayê, bi tundî şermezar kir û got, bo riswakirina Beşar Esed, dê hewl bide.

li gorî nûçeyan, Obama, êrişa duh a artêşa Sûriyeyê, ku bi tank û topan êrişî xwepêşandêran li bajarê Hemayê kiribûn û di encamê de, zêdetirî 120 kes miribûn, şermezar kir.

Serok Obama, diyar kir, rejîma Sûriyeyê, li dijî gelê xwe şer îlan kiriye, ji ber wê jî, dê hewla bide Serokdewlet Beşar Esed riswa bike.

Serokê DYAyê, got, bûyera bajarê Hemayê, rûyê rastî yê rejîma Sûriyeyê nîşan da.

Li Sûriyeyê, duh artêşê bi tank û topan êrişî xwepêşandêran li bajarê Hemayê kiribûn û ji ber vê, herî kêm 120 kes hatibûn kuştin.

AKnews
Top