• Saturday, 30 November 2024
logo

Nazmî Gur: AKP ê wek Partiya Baas lê tê îca wê çawa li turkiyê dombike

Nazmî Gur: AKP ê wek Partiya Baas lê tê îca wê çawa li turkiyê dombike
Li Tirkiyeyê, parlamenterê BDPê yê Wanê Nazmî Gur, di hevdîtinekê de tevî Aknews diyar kir, hikûmet li hember şer û pevçûnên Tirkiyeyê berpirsiyar e û got, ew dest ji daxwaziyên rewa yên aştî û azadiyê yên kurdan bernadin û teslîmî pêvajoyê nabin.

Gur, diyar kir, AK Partî, piştî hilbijartinên giştî ber bi otorîterbûnê ve diçe û wiha got, “Ev jî dibe sedema wê ku AKP bibe wek partiya baas li Rojhilata Navîn. Rejîma ku li rojhilata navîn de, pûç bûye, nemimkun e li Tirkiyeyê li ser piyan bimîne.”

AKnews
Top