• Saturday, 30 November 2024
logo

Jeffrey Buchanan: pêdiviye Îran topbarana sînûrê herêma kurdistanê rawestîne

Jeffrey Buchanan: pêdiviye Îran topbarana sînûrê herêma kurdistanê rawestîne
Jeffrey Buchanan Berdevkê artêşa Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) li Iraqê daxwaz ji Îranê kir ku bombardûmankirina sinorên Herêma Kurdistanê rabigire û eger metirsiyek li ser asayîşa Îranê hebe pêwîst e bi rêya gotûbêjê digel hikûmeta Iraqê bê çareserkirin.

General Jeffrey Buchanan di daxuyaniyeke got, “Pêwîst e Îran bombardûmana domdar ya bo ser gundên sinorî yên herêma Kurdistanê rabigire û rêz li serweriya Iraqê bigire.”

Buchanan da xuyakirin ku eger bi ya Îranê gefek ji Iraqê bo ser asayîşa wê hebe pêwîst e digel hikûmeta federal kar bo çareserkirina wê arîşeyê bike û got


“Îran nikare bêyî haydariya hikûmeta Iraqê, sinorên Iraqê bide ber bombeyan. Pêwîst e têkiliyên di navbera herdu welatan de li ser esasa rêzgirtinê bên danîn û pev re kar bo nehiştina qayîşkêşiyê bê kirin.”

Buchanan derbarê egera mudaxaleya welatê wî ya bo vê pirsê de got, “Em dê ji aliyê palpiştî û zanyariya îstîxbaratî ve tiştê ku ji destê me bê, bikin lê rola sereke ya di parastina asayîşê de ya hêzên Iraqê ye. Eger ji me bê xwestin ku em li navçeyekê de belav bibin, emê digel wan bin.”

AKnews
Top