Polîtbûroya PDK: dayika serokê herêma kurdistanê kuça dawîkir
Xatûn Hemîl di sala 1944an de bo çûna Kurdistana Rojhilat û damezrandina Komara Mihabadê hevaltiya Mistefa Barzanî kir û li wir jî di 16ê tebaxa 1946 an serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji dayîk bû.
Tevî helûmercê dijwar yê pêşmergeyatî û derbederiyê, xatûn Hemaîl ji roja ku bû hevjîna Mistefa Barzanî, di xizmeta Barzanî û zarokên wî de bûye û ew mezin kirine.
Ew gotina navdar ku dibêje, “Li pişt her zilamekî mezin, jineke mezin heye”, bi temamî bo xatûn Hemaîl û Mistefa Barzanî digunce.