Li Hewlêrê xwepêşandan li dijî êrîşên Îranê hate sazkirin
Yek ji serperiştiyarên xwepêşandana îro Bilind Mistefa got, “berê çend serperiştiyarên xwepêşandanê yadaşteke nerazîbûnê dan berpirsên konsolxaneya Îranê li Hewlêrê. Di yadaştê de ji bo ku topbaranên xwe yên bo ser navçeyn sinorî yên herêma Kurdistanê rabigire, maweya 72 seat ji Îranê re hate dayîn eger nekir wê demê emê bi rêyên sivîl helwestên din binumînin.”
Mistefa diyar kir ku wan daxwaz ji Îranê kiriye zûtirê ava Elwenê berdin û careke din jêderên sirûştî bo yekalîkirina arîşeyên siyasî bi kar neyne û got:
“Berpirsên konsolxaneya Îranê soz dan ku ew dê yadaşta me bigihînin cihên têkildar û sedema bernedana ava Elwenê jî hişkesalî bûye.”
Her weha di beşeke din a yadaştê de ji hikûmeta Iraqê hatiye xwestin êdî li hemberî topbaranên Îranê bêdeng nemîne.
AKnews