Demîrtaş: Çareserî dê bi destûra hevbeş pêk bê
Demîrtaş duhî di çarçoveya civîna partiya xwe ya li Wanê de ku bi armanca hilsengandina pêşhateyên dawîn hate pêkanîn, bersiva pirsên rojnamegeran da.
Serokê Grûpa BDPê aşkere kir ku biryara wan a boykotkirina parlamentoya Tirkiyeyê dom dike û heta niha çi pêşhateyeke ku biryara wan biguherîne, rû nedaye û got, “Lê ev nayê wê maneyê, pêşhateyeke ku biryara me biguhere, rû nade. Eger pêşhateyên nû çêbibin, emê pêdaçûnê di biryara xwe de bikin û helwesteke nû werbigirin.”
AKnews