Kesek sivîl di encama topbarana îraqnê de hat kuştin
Li gor çavkaniyên herêmî artêşa Îranê duh êvarê demjimêr 19.00 û heta 00.00 herêmên Xinêre û Xakûrkê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran kir. Hat diyarkirin ku di encama topbaranê de li zozanên Mêrga Mîra ya Kêla Şîn a ser bi Xinêreyê kesek sivîl jiyana xwe ji dest da û 4 birîndar bûn.
Hat ragihandin ku artêşa Îranê duh êvarê demjimêr 19.00 û heta 00.00 bi katoş û hewanan Lolan, Kêla Şîn, Deravê yên Xinêre û Xakûrkê topbaran kir. Di encama topbaranê de kesek sivîl ku navê wê/wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest û 4 kesên din birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku zozaniyên li herêmê ji ber topbarana Îranê asê mane û nikarin ji cihê xwe derbikevin. Her wiha artêşa Îranê li hemberî wesayîtên sivîlan bi hewan û katûşan sûîqest dike. Hat ragihandin ku di encama topbaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûne û topbarana li ser herêmê berdewam dike.
ANF