Kunsilê Brîtanya: Hejmara kopamnî yên Brîtanî li Kurdistanê dê zêde bibin
Krîs Bawerîs, ji AKnewsê re ragehand, têkiliyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê, di warê bazirganî û siyasî de, pir başin , lê em bizava dikeyn bihêztir bikin.
Bawerîs, diyar kir, niha, 700 xwendekarên kurd, di çarçoveya pirojeya pêşxistina ciwanan de, li zanîngehên Brîtany dixwînin, ev jî dibe sedema geşekirina têkiliyên her du aliyan.
kunsilê Brîtanya li Hewlêrê, daxuykirin, Brîtanya, di warê hejmara kompanî ya li Kurdistanê, di rêza sêyem de cî digire ku di warên derxistina petrol, bankdarî û şêwirmendiyê de kar dikin.
Krîs Bawerîs, da zanîn, hinek kompanî yên Brîtanya, digel rêveberiya giştî ya polîsên Herêma Kurdistanê, girêbest girêdane bo anîna otomobîlên curê “land rover” bo hêzên polîs û her weha, kopamnî yên din yên Brîtanya, erka paqijkirina bajarê Hewlêrê wergirtiye.
Bawerîs, destnîşan kir, hejmara kopamnî yên Brîtanî li Herêma Kurdistanê dê zêde bibin û ev jî dibe sedema xurtbûna têkiliyên her du aliyan.
kunsilê Brîtanya li Hewlêrê, derbarê pêkvejiyana gel û ayînan li Kurdistanê got, kulturek baş a pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê heye û her weha, bizav tê dayîn tundî li dijî jinan nemîne, ev jî tiştekî başe.