• Saturday, 30 November 2024
logo

Bîranîna roja niştîmanî ya komara Misra Erebî li herêma kurdistanê hat saxkirin

Bîranîna roja niştîmanî ya komara Misra Erebî li herêma kurdistanê hat saxkirin
Bi amadebuna nunerê berêz Msûd Barzanî serokê herêma kurdistanê Dr. Fûad Hûsên û Dr. Kemal Kerukî serokê perlemanê kurdistanê û Kawa Mehmud nunerê serokê hikumeta herêma kurdistanê û hejmerek ji wezîr û berpirsên hikumeta herêmê û nunerên welatên bîyanî û rêkxistî yên nêvdewletî , kunsilgerî ya komara Misra Erebî li herêma kurdistanê , duhê , 20 -7- 2011 , bîranîna roja niştîmanî ya wî welatî li Hewlêrê zindî kir.

Li destpêka rê û resmên vê bîranîn , siruda niştîmanî ya komara Iraqa fedral û herêma kuridstanê û komara Misra Erebî hatin pêş kêş kirin.

Di piştre berêz Silêman Osman kusnilê giştî yê komara Misra Erebî li herêma kurdistanê, peyvek pêş kêş kir û bi xêranîna amadebuyan kir û keyfxoşî ya xiwe jî dîyar kir li hember zindî kirina vê rojê li herêma kurdistanê,herweha sipusî ya berêz Mesûd Barzanî serokê herêma kurdistanê kir û got: serokê herêma kurdistanê rolek pir giring û mezin hebu jibuna vekirina kuslgerî ya komara Misra Erebî li herêma kurdistanê û berfireh kirina têkhelyên di nêvbera herêm û komara Misra Erebî de, di tev bîyavan de.

Herweha kunsilê giştî yê komara Misra Erebî sipasî ya serokê hikumeta herêma kurdistnê û Felah Mistefa berpirsê têkhelyên derveyên hikumeta herêma kurdistanê û wezîr û sazîyên hikumeta herêmê jî kir jibuna wî alîkarî û piştevanî yê ku pêş kêşî kunsilgerî ya komara Misra Erebî kir ye bi mebesta xort kirin têkhelyên di nêvbera herdu alî yan de.

Di beşeke di ya beyva xiwe de, base têkhelyên dîrokî û dêrînên di nêvbera gelê kurdistanê û gelê Misrê de kir û ragehand ew têkhelî bo serdma dewleta Eyobî dizivrin û hatina hejmarek mezin ji malabatên kurd bo Misrê ku ji wî çaxî û ta niha rola kûrên wa malbata di dîroka sîyasî û çand û civakî de xoyaye, herweha got: vekirina kunsilgerya giştî ya komara Misrê li herêma kurdistanê nîşanê behadayna Misrê ye bi vê herêmê û xort kirina têkhelyên herdu alî ya jî , yek ji erk û armancên serekî yên kunsilgerî ya komara Misra Erebî li herêma kurdistanê .

Di piştre Dr. Fûad Hûsûn nunerê serokê herêma kurdistanê peyvek pêş kêş kir û têde zindî kirina roja netewî ya komara Misrê li gel û hikumet û kunsilgerya Misrê pîroz kiri. Herweha hîvya serkeftinê bo pirosa sîyasî û demukrasî û pêşketina wî welatî xiwest.

Nunerê serokê herêma kurdistanê di beşek di ya peyva xiwe de bal kişande ser peywendî yên di nêvbera gelê kurdistanê û gelê Misrê de û got: ew peywendî di çend qonxa de derbaz buye û giringtirîn qonax jî, çaxê pêşwazî ya rêberê Misrê Cemal Ebdulnaser li rêberê netewa kurd Barzanî yê nemir kirî li dema rêrewa vegeryana xiwe bo Iraqê di sala 1958 de û ta gehiştin bo îro û vekirina kunsilgerî ya Misrê li herêma kurdistanê .herweha tekez li ser xort kirina têkhelî yên di nêvbera komara Misrê û herêma kurdistanê kir ,got: bi hemahengî û hevkaryê bêtir emê bikarîn xizmeta baştir bi herdu gelên kurdistanê û Misrê bikîn.

Li dawî yê Kawa Mehmud nunerê serokê hikumeta herêma kurdistanê di pevekê de bi vê helkeftê pîrozbahî li gel û hikumeta Misrê kirin û piştevanî ya hikumeta herêma kurdistanê jî bo kunslgerî ya giştî ya Misrê dîrar kir û ragehand ,zindî kirina roja netewî ya gelê Misrê li herêma kurdistanê nîşanê hebuna dostatî û xortî ya peywendî yê herdu alî ya ne.herweha tekez kir ku xort kirina têkhelîyên di nêvbera herêma kurdistanê û welatê Erebî de û bi taybet komara Misra Erebî yek ji armancên serkî yên hikumetê herêma kurdistanê ye.
Top