Di du êrîşên cuda de li paytexta Norwêç Oslo, 17 kes hatin kuştin û ziyaneke berfireh gihişte derdorê. Li gor daxuyaniya polîsan û rêveberên Norwêç, li pêşiya avahiya serokwezîr teqînek pêkhat û di encama teqînê de 7 kes hatin kuştin, 15 kes jî birîndar bûn. Hemen piştî vê bûyerê bi 3'ê saetan kesekî bi cilên polîsan li girava Utoya êrîşî kampekê dike, 10 kesan dikuje. Lê, serê vê sibehê polîsên Norwêçê daxuyanî dane çapemaniyê ku di her du êrîşan de herî kêm 87 kes hatiye kuştin. Avestakurd