• Saturday, 30 November 2024
logo

Ocalan: Jibilî min kesek nikare çekan deynê, emê bikaribim ta hevteyekê pirsa çek çarebikim

Ocalan: Jibilî min kesek nikare çekan deynê, emê bikaribim ta hevteyekê pirsa çek çarebikim
Ebdula Ocalan Serokê PKK'ê derbarê pêşketinên dawî û kuştina 13 leşkerên li devera Farqînê de bi riya parêzerên xwe axivî û got ku ew jibo kuştina wan xemgîn bû.

Ocelan Her wiha got ku bila Serokwezîrê Tirkiyê bibêje "Em bawer nakin ev kar bi riya çekan were çareser kirin. Em ê vê pirsgirêkê bi riya rêbazên makzagona demokratîk çareser bikin." Em ê di heftekê de çareser bikin.

Ocalan derbarê 13 leşkeran de jî got "Ez jibo windayiyên gêrîla û leşker – windayên polîsan jî, xemgîn dibim. Agirê ku leşkeran dişewitîne her ew agire ku gêrîla jî dişewitîne. Va bûyarên li Farqînê tê dîtin. Dibe ku di rojekê de pirtir windayî bibin. Dibe weke berê tenê li çiyan nebe, dibe ku li bajaran jî bibe."

Serokê PKK ê Derbarê hevdîtinan de got ku berdewamiya hevdîtinan giringe û got " Îrada me heye em bihêlin çek bêne dayîn. Vekirî dibêjim. Jibilî min kesek nikare çekan deyne. Ne ez vê rolê didim xwe. Her kes vê dibîne. Li vir rêvebir, aqilmend û ên xwediyên ezmûna di dewletê de ku em hevdîtinan bi wan re dikin, ew jî, vê yekê dibêjin. Jiber vê yekê ez pir vekirî bang li Serokwezîr dikim, bangekê dikim; bila bêje " Em bawer nakin ev kar bi riya çekan were çareser kirin. Em ê vê pirsgirêkê bi riya rêbazên makzagona demokratîk çareser bikin."," Em ê di heftekê de çareser bikin."

Ocalan, derbarê xwesriya demokratîk de jî wiha got "Hêj li sala 2005'an xweseriya demokratîk hatibû ragihandin. Ya giring dagirtine nava wê ye, pratîkirina wê ye. Pitştî ku nehate pratîkirin tu wateya wê nîne. Êdî jibo pratîkirina wê dikarin dest bi xebatan bikin."

Ocalan derbarê parlamenterên girtî de jî, got "Rewşa parlamenterên girtî pirsgirêkeke demokratîke, çareserkirina wê jî polotîke. Em ê vê pirsgirêkê bi riya guhartina qanûn û makzagonê re çareser bikin." Her wiha derbarê BDP'ê de jî got ku ew dikarin bibêjin em ne bi PKK'ê re ne, lê em ne li dijî wê ne jî.

Avestakurd
Top