• Saturday, 30 November 2024
logo

Parlamenterên Kurdistan û Iraqê serdana deverên sînorî dikin

Parlamenterên Kurdistan û Iraqê serdana deverên sînorî dikin
Salar Mehmûd Serokê lêjneya mafên mirovan a Parlamentoya Kurdistanê, diyar kir, îro, bi mebesta şopandina deverên topbarankirî, şandeyên parlamentoyên Kurdistan û Iraqê, serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê lêjneya mafên mirovan a parlamentoya Kurdistanê Salar Mehmûd, axivî û got, şandeyek ji parlamentoya Kurdistanê ku ji serokên lêjneyên navxwe, pêşmerge û mafên mirovan pêk hatine, digel şandeya parlamentoya Iraqê û rayedarên wezareta parastinê, dê serdana deverên sînorî yên Kurdistanê bikin ku ji aliyê Îranê ve tên topbarankirin.

Mehmûd, diyar kir, piştî serdana deverê û şopandinê, dê raporek bê amadekirin ji hemû aliyan re tê şandin bo ku çareseriyek dîplomatîk û siyasî bo vê pirsê bê dîtin.

AKnews
Top