Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata Kak Ferset Ehmed Sekreterê Parlemena Kurdistanê kir
Birayê birêz Kak Ferset Ehmed
Sekreterê Parlemena Kurdistanê
Silavên xwedê li we bê
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya kesayetiyê diyarê bajarê Dihok xwedê jêrazî Ehmed Ebdullahê bavê we yê birêz bihîst.
Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we û birayên birêz Kak Nêçîrvan û Fayiz û hemû malbata we dikim û hevbeşa xema we me.
Ji yezdanê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir bi hemû aliyek bibexşê û eve nexweşiya we ya dawî bê, li gel hêviya temen dirêjiyê ji bo weyên birêz.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19/07/2011