• Saturday, 30 November 2024
logo

PJAK:17 termên pasdarên Îranê di destê me dane

PJAK:17 termên pasdarên Îranê di destê me dane
Şêrzad Kemanger Berdevkê PJAKê ragihand ku duhî ji bilî topbarankirina sinorên herêma Kurdistanê, çi pevçûnek di navbera wan û hêzên pasdarên Îranê de rû nedaye û jimara birîndar û kuştinên artêşa Îranê gihiştiye 185 kesî ku 17 termên pasdaran di destê wan de ne.

Şêrzad Kemanger di daxuyaniyekê de got, “Duhî çi şer û pevçûnek di navbera îran û PJAKê de rû neda, tenê artêşa Îranê çend navçeyên sinorî dan ber topan û amadekariyên îranê jî dom dikin.”

Bi gotine Kemanger ji şemiya borî û heta niha 185 pasdarên îranê ji aliyê PJAKê ve hatine kuştin û birîndarkirin û 4 çekdarên PJAKê hatine kuştin û 4 ên din jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve li gor nûçeyeke Ajansa Frasnewsê ya îranî jî ku nîvresmî ye, berpirsekî leşkerî yê îranî daye zanîn ku dehan çekdarên PJAKê hatine kuştin û birîndarkirin û tenê 3 pasdarên Îranê jî birîndar bûne.

AKnews
Top