• Saturday, 30 November 2024
logo

Artêşa Îranê rêvingên sînor derbazdikin dikuje

Artêşa Îranê rêvingên sînor derbazdikin dikuje
Di encama êrîşa hêzên Îranê de kasibkarekî (ên ku li ser sînor bi qaçaxî bazirganiyê dikin) Kurd yê ji Pîranşarê hat kuştin.

Pêr êvarê li derdora di demjimêr 22.00’an de li ser sînorê navbera Kêleşîn û Rojhilatê Kurdistanê, li her du herêmên Dollemeydan û Kêlê, 35 barbir û kasibkarên Kurd, tevî nêzîkî 450 hespên xwe ketin kemîna hêzên çekdar yên dewleta Îranê.

Li gor agahiyên ketine ber dest, di encama êrîşa hêzên rejîmê de barbirekî Kurd ê ji bajarê Pîranşarê hatiye kuştin ku termê wî hîna jî li ser sînor e û nadin malbata wî.

Hat zanîn ku hêzên rejîmê dest jî danîn ser barên kasibkarên Kurd.

Li gorî tomarên ANF’ê di sala 2010'an de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal jî ji bal deshelata îranê ve hatn mîrîkirin.

ANF
Top