• Saturday, 30 November 2024
logo

CIA soza mûcadeleya li dijî PKKê da

CIA soza mûcadeleya li dijî PKKê da
Fermandarê Hêzên NATO yê berê li Avganîstanê David Petraeus li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davudoglu civiya. Petraeus ji Davutoglu re got: “Ez wekî Serokê CIA soz didim ku emê li dijî PKKê mûcadeleyek çalak bimeşînin.”

Berî ku Orgeneral David Petraeus wekî Serokê CIA dest bi xebatê bike, di serdana xwe ya yekemîn de doh giha Tirkiyê. Di hevdîtina ku bi sifetê kevnefermandarê CENTKOMê pêkaniyî, 45 deqiqeyan domand. Tê gotin ku di hevdîtinê de mijarên wekî; İraq, Avganîstan û mûcadeleya li dijî PKKê jî hatine rojevê.

Li gor çapemeniya Tirkiyê; Petraeus di serdana xwe ya doh bo Tirkiyê de ji ber hîna bi awayek fermî nebûye Serokê CIA, li gel Mûsteşarê MÎTê Hakan Fîdan hevdîtin pêknanî û bi awayek sûrprîz li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu hat ba hev.

Di hevdîtinê de, Davutoglu bal kişand ser mûcadeleya li dijî PKKê û hinek zanîn dan Petraeus. Petraeus derbarê PKKê de ji Davutoglu re got: “Ez wekî Serokê CIA soz didim ku emê li dijî PKKê mûcadeleyek çalak bimeşînin.”

Rûdaw
Top