• Saturday, 30 November 2024
logo

PJAK:çi bingehên me nakevin di nava axa herêm de

PJAK:çi bingehên me nakevin di nava axa herêm de
Şêrzad Kemanger ragihand Berdevkê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku çi binke û baregeheke wan di nav axa Herêma Kurdistanê de ji aliyê artêşa Îranê ve dest bi ser de nehatiye girtin ji ber ku çi binkeyên wan di nav axa Kurdistanê de nîne.

Şêrzad Kemanger ji AKnewsê re got, “Nûçeya ku berpirsekî leşkerî yê îranî ragihandiye goya artêşa îranê dest bi ser sê binkeyên leşkerî yên PJAKê yên di nav axa herêma Kurdistanê de girtiye, ne rast e. Ji ber ku PJAK çi binke û baregeheke leşkerî di nav axa herêma Kurdistanê de nîne. Gerîllayên ku digel pasdarên Îranê şer dikin, gerîllayên partîzanî ne. Navçeyên ku tê de şer û pevçûn heye, navçeyên çiyayî û asê ne.


Derbarê kuştî û birîndarên PJAK û artêşa Îranê de jî navbirî got, “3 gerîllayên PJAKê canê xwe ji dest daye û 4 ên din jî birîndar bûne. Derbarê zerer û ziyana artêşa îranê de jî 2 amar hene ku yek ji wana dibêje zêdetirî 70 kuştî û birîndar hene û ya din jî dibêje heta niha zêdetirî 108 kuştî û birîndar hene. Lê şer hêj dom dike.”

Navborî got, “Îran di vî şerî de pasdar bi kar nayne belku zêdetir caş û Ensar Îslam bi kar tine.”

AKnews
Top