• Saturday, 30 November 2024
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê 3 kes hatin bidarvekirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 3 kes hatin bidarvekirin
Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Kirmaşanê 3 kes bi îdîaya sûcê tecawuzê hatin bidarvekirin, li gorî nûçeya ajansa Îsnayê Melîh G. Cevad A. Û Cevad A. Li Kirmşanê li ber çavên xelkê hatin bidarvekirin. Tê destnîşankirin ku her sêyan jî dema tecawuzê girtine qeydî kamerayê kirine û jimalbata maxdûreyê pere xwestine. Û şantaj kirine.

Li gorî daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piştî Çînê herî zêde îdam li îranê tê kirin û sala par 252 kes hatin bidarvekirin. Rêxistina Çavdêriyan mafê Mirovan(HRW) jî daxuyandibû ku di sala 2010’an de 388 kes hatine bidarvekirin. Lê tê texmînkirin ku hejmarên rastîn Hê jî zêdetir bin.

Li gorî Zagonên 1979’an ên Şoreşa Îslamê sûcê tecawûz bûye bidarvekirin.

ANF
Top