• Saturday, 30 November 2024
logo

Erişên li dijî sivîlên Kurd li Kurdistana Bakur û Tirkiyê pirbûn û operasyon û şer didomin

Erişên li dijî sivîlên Kurd li Kurdistana Bakur û Tirkiyê pirbûn û operasyon û şer didomin
Ji bert mirina 13 leşkerên Tirk nejadperistên Tirk kurdên sivîl jî sucbardikin li li gelek ciyan hêrişî karkerên kurd kirin, tevî ku operasyonên leşkerê Tirkî li dijî gerîlayên PKK ê didûme û şerjî berdewame.

Piştî kuştina 13 leşkerên tirk û daxuyaniyên hişkên Erdogan nejadperistên tirk li Aydin, Edene, Trabzon û Stenbolê li dijî gelê Kurd êrîş pêkanîn, şevê din jî li navçeya Azîziyê ya Erziromê li dijî karkerên Kurd ên di înşaeta TOKÎ'yê de dixebitin êriş pêk hat, hêrişberan ji kakerên kurdên sivîl re digotin " We 13 leşkerên me kuştin çi karê we li vir heye?" "Ma PKK'î dê bên li vir jî nan bixwin" tê zanîn ku jiyana kurdên sivî li bajarên tirkan bê ewlehiye.

Ji aliyekê din ve operasyon û şer domdikin, li navçeya Dihê ya Sêrtê di navbera leşkerên ku derketine operasyonê û gerîlayên HPG'ê de pevçûn qewimîn. Di pevçûnê de 2 leşker hatin kuştin.

Herweha Li gorî agahiyên ku bi dest ketine vê sibehê bi sedan leşkerî li çoltera gundê Çiya yê Mûşê operasyon dane destpêkirin. Operasyon li qada Gula Resûlan û Mîrhesen didome.
Top