• Saturday, 30 November 2024
logo

Li bajarê Farqînê yê Kurdistana bakûr di 2600 metirî de petrol hat vedîtin

Li bajarê Farqînê yê Kurdistana bakûr di 2600 metirî de petrol hat vedîtin
Gerînendeya Herêma Êlihê ya Petrolên Tirkiyeyê, 3 meh û nîv berê, di navbera gundê ‘Akbaş’-‘Karamûs’ê yên bi ser navçeya Farqînê ya Amedê li bîra ‘Duzalan-1’ di 2600 metirî de rastî yedeka petrolê hat.

Gerînendeyê Herêma Êlihê yê Petrolê Suleyman Çalik got ku li bîra di ‘Duzalan-1’ (Deşt-1) de di 2600 metirî de rastî petrolê hatine, lê belê ji bo berhênaneke baştir dê bîrê heta 3500 metirî kûr bikin.

Çalik got: “Li herêma Êlihê rojane berhemhênana petrolê, 23 hezar û 500 warîl (kemole) ye. Em dixwazin bi bîrê nû vê jimareyê berjortir bibin. Herî dawî em di bîra Duzalan-1’ê de rastî rezerva petrolê hatin. Lê belê ji berhênana baştir, em ê bîrê ta 3500 metirî kûr bikin û bi vî awayî xwe bigihînin petrola ku kûalîteya wê berztir.”

ANF
Top