• Saturday, 30 November 2024
logo

PJAK: di pevçûnên me di gel artêşa Îranê de 7 gerîla û nêzî 100 laşkerê Îranê hatin kuştin

PJAK: di pevçûnên me di gel artêşa Îranê de 7 gerîla û nêzî 100 laşkerê Îranê hatin kuştin
Hat zanîn ku Îranê li sînorê Herêma Kurdistanê û li seranserê rojhilatê Herêma Qendîlê di navbera gerîlayên PJAK’ê û leşkerên Îranê de pevçûnên dijwar diqewimin. Li gor agahiyên ketine ber dest di hundirê 24 demjimêrên de 7 gerîlayên HRK’ê û zêdey 100 leşkerên Îranê hatine kuştin.

Di navbera artêşa Îranê û gerîlayên Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) ku baskê çekdarî yê PJAK’ê ye de, duhî li deverên Kutaman û Berdenaze’yê pevçûnên dijwar qewimîn. Li Kutamanê herî kêm 40, li Berdenazeyê jî herî kêm 15 leşkerên Îranê mirin.

Tê ragihandin ku piştî bersiva êrîşên leşkerên Îranê ji aliyê gerîlayên HRK’ê ve hate dayîn, Îran ji bo ji nû ve komkirina leşkerên xwe beşeke hêzên xwe vekişand.

Hat ragihandin ku pevçûnên duhî, zêdetir li deverên Kutaman, Berdenaze û Deşta Weznê gerim bûne.

Hatibû zanîn ku di encama pevçûnên roja berê ên zêdetir li Serdeşt, Şilo, Dola Kokê gerim bûn de 53 leşkerên Îranê hatibûn kuştin.

Çavkaniyên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) da zanîn ku bi hezaran leşkerên Îranê ketin nava sînûrê herêma kurdistanê.

Ji aliyekî din ve hat ragihandin ku gerîlayên PJAK’ê li devera Deşta Weznê (Deştewezne) jî li dijî hêzên Îranê yên dagirker êrîş pêk aniye. Lê belê der heqê encama pevçûnên li Deşteweznê de heta niha tu agahî bi dest neketine.

Hat zanîn ku duhî di derdora demjimêr 15:30’yan de yekîneyên Îranê qismî vekişiyane. Lê belê çavkaniyên PJAK’î ragihandin ku vekêşana artêşa Îranê demkurtî û qismî bûye.

ANF
Top