Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel kir
Li hevdîtinê de, her du alî sebaret bi hel û merca siyasî û emniya îroya Iraqê û çawayiya çareserkirina pirsên li ber berev pêşveçûna pêvajoya siyasî bîrûra danustandin kirin û her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste li çarçêweya parastina berjewendiya bilindên xelkê Iraqê da sercem ew pirs bêne yek alî kirin.
Her wiha li vê hevdîtinê de tekez li ser girîngiya bi cîhkirina peymannameya Hewlêr û dozîna mekanîzmeke guncaw ji bo pirkirina posta emniyan bi awayekî ku bibê sedema berqerarbûna aramiyê, her wiha girîngiya hestkirina bi berpirsiyarî kirina li Hikûmeta hevbeşa nîştimanî û biryar û erkên karkirina li Hikûmetê da li ser ronahiya prensîpên destûrê jî hate guftûgo kirin.