• Saturday, 30 November 2024
logo

Di pevçûneka PJAK ê û artêşa Îranê de efserek û 21 leşkerên Îranê hatin kuştin

Di pevçûneka PJAK ê û artêşa Îranê de efserek û 21 leşkerên Îranê hatin kuştin
hat zanîn ku di pevçûnên dijwar ên navbera gerîlayên PJAK û artêşa Îranê de li ser Sînorê herêma Kurdistanê û Îranê Efserek û 21 leşkerên Îranê hatin kuştin, Artêşa Îranê jî bi helîkoptêran heta hundirê sînor, pevçûn hê jî didomin.

Artêşa Îranê Duh', di demjimêrên berbanga sibê de piştî ku gelek çekên giran û leşker veguhest bajarên Serdeşt û Pîranşar ku li ser xeta sînor in, sînorê Herêma Kurdistanê binpê kir û derbas bû. Artêşa Îranê ya bi topbaranê re bi ser Dola Kokê de ku li rojhilatê herêma Qendîlê dikeve, sînor derbas kir, rastî berxwedana gerîlayên PJAK’ê hat.

Di pevçûnên ku berêvarî dest pê kirin û hê jî didomin de; pevçûn zêdetir li deverên Dola Kokê û Zelê gurr bûne. Hat zanîn ku heta niha di encama van pevçûnan de yek jê serheng herî kêm 21 leşkerên Îranê mirine.

Hat ragihandin ku artêşa Îranê bi tankan/debabeyan û helîkopteran herêma sînor bombebaran dike. Pevçûnên dijwar berdewam dikin…

ANF
Top