• Saturday, 30 November 2024
logo

Li Sûriyê parçebûna artêşê û Debabe û Tank jî anîn rêza xwenîşanderan

Li Sûriyê  parçebûna artêşê û Debabe û Tank jî anîn rêza xwenîşanderan
Herdiçe serhildana gelê Sûriyê pêşdikeve û sê Debabên dewletê tevî hejmarek mezin ji leşkerên Sûrî gehan rêza şûreşvanên Sûriyayê.

Li gor nûçeyên şoreşvanên Sûriya li bajarê Ebukemal yê ser bi parêzgeha Dêrezorê ve ku piraniya xelkê wê derketin xwenîşandanan duhî hejmarek pir ku dibe nêzî 100 kesan be ji leşkerê Sûrî ketin rêza şoreşvanên Sûrî ku wan leşkeran çekên mezin jî bi xwe re Anî bû ji çekê wan yê herî mezin sê debabên dewletê bi wan re bûn.

Ji aliyek din ve piştî Îniya Esîrên Azadiyê ku nêzî milyon û nêv xelkê Sûriya daketibûn ser cadan û 36 kes hatibûn kuştin duhî roja şemiyê laşeyên kuştiyan bi tilîlîyên Jinan û hatin veşartin û veşartina wan bi dlanana şehîdan hat navkirin.

Li taxê Rokindîn ku 4 kesên Kurd hatibûn kuştin bi silovanên aştiyê û dijî deshelata Sûrî û bi alayên Sûriya û Kurdî rêw resmê veşartina wan hate bicêkirin.
Top