• Saturday, 30 November 2024
logo

Hillary Clinton wezîra derveya Emrîka bi Demîrtaş û Kişanak re hevdîtin pêk anî

Hillary Clinton wezîra derveya Emrîka bi Demîrtaş û Kişanak re hevdîtin pêk anî
Serokê Koma BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku bi Wezîra Karên Dervê yên Amerîkayê Hillary Cilnton re hevdîtin pêk anî, got: "Me ji wan re got ku em herçend welateke ku her roj pirsgirêkan dijîn de bin jî em dikarin bi muxalefeta demokratîk û bi potansiyeleke demokratîk pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Wezîra Karên Derve yên Amerîkayê Hillary Clinton bi serokên partiyên ku di meclîsê de komên wan hene re hevdîtinan pêk tîne. Clinton piştî Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Koma BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamentera Sêrtê Gultan Kişanak re nêzî 45 xulekî/deqîqeyî hevdîtin pêk anî.

Demîrtaş der barê hevdîtinê de agahî da rojnamegeran û got ku ji ber ku ew li Tirkiyeyê hêzeke muxalîf in Clinton bi wan re hevdîtin pêk aniye.

Di vî warî de Demîrtaş wiha got: " "Me ji wan re got ku em herçiqas welateke ku her roj pirsgirêkan dijîn de bin jî em dikarin bi muxalefeta demokratîk û bi potansiyeleke demokratî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li Tirkiyeyê ev potansiyel hey e. Em dikarin xwe bigihinin demokrasiyê. Lê divê em biryar û baweriya vê nîşan bidin."
Top