Serokê hikumetê : çareserya pirisgirêka bi dîyalog û rêçkên aştî yê dibe
Li despêkê serokjê melbenda sadatên Pîr Xidir Şaho bi navê malbat û kesatî û navdarên sadatên Pîr Xidir Şaho supasî ya serokê hikumeta herêma kurdistanê kir jiboy vê serdan û hevdîtinê , di piştre bi kortasî base melbenda çand û civakî ya sedate Pîr Xidir û dîroka sadat û şêxên wê melbendê kir , herwehw îşaret bi rola û beşdar ya navdar û şêxên malbata pîr xidri da , di şoreşên rizgarî xiwazên gelê kurd de û ew qorbanî yên ku wa bexşîn jiboy azadî ya millet xiwe.
Herweha di peyva xiwe de serokê melbenda sadatên pîr xidir piştevanî ya xiwe jî jibo hikumeta herêma kurdistanê û parastna destkef û serwerîyên gelêmê dîyar kir û destxiweşî jî li gavên çaksaî û bername û pirojektên avedanî û vejandina herêma kurdistanê kir.
Ji alî yê xiwe ve serokê hikumeta herêma kurdistanê Dr. Berhem Salih rola şêx û sadatên pîr xidir şaho di pêvajoya sîyasî û civakî û ayînî ya gelê kurd de bilind nirxand û got: sadatên pîr xidir şaho komeka xelkê dîyar û navdarin di nêv civaka me de û di çaxek dur û dirêj de cihê wa di nêv welat û sîyasetê de xoya ye.
Di Berhem ew yek jî ragehand , rêzgirtin ji çaxên burî û dîrok û kilturê berê , rêzgirtine ji behayên civakî û niha û pêşe rojê.
Di beşeke din ya peyva xiwe de serokê hikumeta herêma kurdistanê ronî berda ser buyer û gohertinên îro li kurdistanê û ragehand: tolvedana wa malwêranî û karesatên di çaxê derbaz buy de bi ser millet me da hatî tenê bi xizmaetkirina xelkê kurdistanê û avadankirina welatê me di be û tekez kir tev pirisgirêk bi dîyalog û rêçkên aştî yê wê bihên çareser kirn.
Serokê hikumetê pesna bizavên Sadatên pîr xidir şaho kir di dabîn kirina aştî ya civakî û parastina yek rêzî ya malbata sadat û bi hevre jîyana tev alî ya û hukmranî yê li herêma kurdistanê. piştevanî ya xiwe jî bo bername û kar û pirojektên melbenda sadatên pîr xidir şaho û bizavên wa dîyar kir.
Li dawî yê melbenda pîr xidir şaho ya çand û civakî dîyar yek mînakî rêz lênan pêş kêşî serokê hikumeta herêma kurdistanê kir.