Îran 72 demjimêra weke mulet dide revendên binarê Qendîlê da ku wê deverê bicî pêlin
Hêmin Ebdûla di daxuyaniyekê de ji Peyamnêr re ragehand: ew xelkê ji bo lewandina kewalên xwe çûne zozanên binarê Qendîlê ji bal Îraqnê ve hatine haydarkirin ku divê di mawê sê rojan de wê deverê bicî pêlin.
Îran bi hêceta hebûna çekdarên PKK ê dê wê deverê topbaran bike, û artêşa Îranê ji xelkê re gotiye eger hûn ji wê deverê dernekevin ji rûdana her tiştî hûn berpirsin ne Em.
Got jî : me tevî xaça Sora nêvdewletî hemahengî heye ji bo çarekirina her rûdaneka revîna xelkê wê deverê .