• Saturday, 30 November 2024
logo

Erdogan gotinên hişik di bara BDP ê de kirin û got " dibe ku operasyon dervey sînor jî bên kirin

Erdogan gotinên hişik di bara BDP ê de kirin û got
Serokwezîr Erdogan der barê kuştina 13 leşkerên ku li navçeya Farqînê jiyana xwe ji dest dan axivî û diyar kir ku pêvajo dê ji niha û şûn de cuda bidome û BDP kir hedefa xwe.

Erdogan, bêyî ku navê BDP'ê bide got "Me pir rû da berdewama terorê. Me qada siyaseta demokratîk li wan vekir. Lê gotinên wan li hev derneketin. Ger ku wisa dibe dibe ku operasyonên derveyî sînor jî pêk bê.

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan der barê operasyona leşkerî ya li navçeya Farqînê ya Amedê ku 13 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan, operasyon parast û wiha got: "Ger ku hewce be ne 100, ne 200 û ne 1000 hezar dê bi hezaran jî xwe feda bikin. Heta ku teror neyê qedandin dê bidome. Ez pir zelal û aşkere dibêjim, bila li hemberî vê helwestên xerab helwestek baş ji me nepên. Me rû da wan û berdewama wan a siyasî. Me ji bo siyaseta demokratîk hemû rê vekir. Lê du gotinên wan nebûn yek û li gorî xwe tev digerin. Ji niha û şûnde dê pêvajo cuda pêş bike. Bila kes ji me nêta baş nepê".

Erdogan xwest ji bo aştî pêş bikeve divê PKK dest ji çeka berde û bêyîe ku operasyonên hefteyeke li herêmê pêk tê bibîne got: "Ger ku aştiyê dixwazin bila çekê berdin û bên. Divê baş bê zanîn ku em 780 hezar kîlometrekarê nadin perçekirin. Pirsgirêka PKK'ê heye. Pirsgirêka welatiyên min ê kurd tune. 4 rêgezên me yên nayên guhertin hene. Ev jî yek milet, yek al, yek welat û yek dewlet e."

Erdogan Xweseriya Demoratîk a KCD'ê jî rexne kir û wiha got: "Li ber bayê xwe li defê dixin û direqisin. Li vî welatî welatiyên me yê kurd Serokomarî jî kiriye ew hêj çi dixwazin."

ANF
Top