Di teqîna Kerbela de nêzî 80 kes bûne qurbanî
duhî li danê sibê 5 turimobîlên bomberêjkirî li navçeyên cuda ên Kerbela hatin teqandin, di encam de 12 kes hatin kuştin û 77 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan , ‘’piraniya wan kesên bûne qurbanî geştyarên li navçeyê bûn ku serdana cihên pîroz ên Kerbela kirine.’’
Beriya du rojan her dîsan li Kerbela teqînek rûda û di encam de 3 welatî hatibûn kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.