• Saturday, 30 November 2024
logo

Ji 36 xwepêşanderên duhî hatîne kuştin 4 Kurdin û îro dê Kurd li tevaya bajêran serhildin

Ji 36 xwepêşanderên duhî hatîne kuştin 4 Kurdin û îro dê Kurd li tevaya bajêran serhildin
Duhî mina hemû rojên Înî yên berê li tevaya bajarên Sûriya xwenîşandanên girseyî hatin li darxistin, ku tê de pêtir ji 1 milyon kes li Hema û Dêrezorê bi tenê derketin kulanin .

Li bajarên Hema, Himis, Şam, Dêrezorê, Dera, Helebê, Qamişlî û Laziqiyê û Hesekê û hun bajar û bajarokên din xwenîşandanên girseyê derketin,

Di xwenîşandanan de 36 kes hatin kuştin ji wana 23 kes li Şama paytexta Sûrî ku li taxa Rokinaldîn bûn ku hejmarek pir Kurd lê dimînin 4 ji wan kuştiyan Kurdbûn.

Ciwanên Kurd yên bi navê Zerdeşt Şîrko temen 18 salî, Xezwan El Sîrwan, Soro Efrînî û ê din hêj navê wî nehatiye zanîn li Şamê hatin kuştin.

Ev yek jî bû ciyê turebûna ciwanên kurd û tevaya kurdan, ji ber wê tevgera rêkxistina ciwanên Kurd daxuyanî dan û banga xwenîşandanên giştî li tevaya bajarên kurdan ji bo şermizarkieina zilma dewletê û biştevanî kirina wan şehçdan kirin.
Top