• Saturday, 30 November 2024
logo

BDP’ê di bara kuştina 13 leşkeran daxwaza lêpirsînê kir

BDP’ê di bara kuştina 13 leşkeran daxwaza lêpirsînê kir
Selahattîn Demîrtaş Serokê Koma BDP’ê ya Meclîsa Tirkiyeyê têkîldarê pevçûna li navçeya Farqînê ya Amedê qewimî û tê de 13 leşker mirin, bangî Serokwezîrê deshelata Enqereyê R.T. Erdogan kir ku bila lêpirsîn bê destpêkirin.

Demîrtaş di daxwiyaniyê de diyar kir ku ji bo kesên di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dane, di nav ‘xemgîniyeke kûr’ de ne.

Demîrtaş berteka ji ber çi partiya wan BDP hedef tê nîşandan rave kir. Demîrtaş bal kêşa ser pirs, şik û gumanên li pey pevçûnê derketiye holê û daxwaz kir ku lêpirsîn bê destpêkirin.

ANF
Top