• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encumena Şuraya Hizba Îslamiya Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encumena Şuraya Hizba Îslamiya Iraqê kir
Îro pênçşem 14/07/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr. Muhsîn Ebdulhemîd Serokê Encumena Şuraya Hizba Îslamiya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, behsa pêvajoya giştiya grupên Iraqê û pêwîstiya kurkirina ruhê birayetiya li navbera pêkhatên cuda cudayên Iraqê hate kirin. Her wiha behsa yekrêziya hêzê siyasiyan ya li vê qonaxa dîrokiya Iraqa nû da bi navê parastina destkeftên gelê Iraqê kirin.

Dr. Muhsîn Ebdulhemîd helwesta Serok Barzanî li piştgîrîkirina rêrewên nîştimanî û karkirina li ser temamkirina pêvajoya pêkhatê Hikûmeta Federal de bilind nirxand. Bi taybetî li posta emniyan û hêvî xwest ku pêwendiyên wan li gel grupên Kurdistanê da berev pêş bibê, ji ber ku grupên Iraqê pêwîstî bi erkekî hevbeş heye ji bo hêwirkirina keşûhewaya siyasî û bizwandina rewşa niha berev her çi zêdetir pêwendiya erênî û berhemdar li navbera pêkhatê serekiya siyasiyan da bike.

Serok Barzanî, li gel xweşhalî derbirîna bi vê serdana Serokê Encumena Şuraya Hizba Îslamiya Iraqê, ragihand ku pêwendiyê wan li gel berdewam bûnê pêwîste zêdetir pêş bikevê.

Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser giringiya şêwirîna li gel hevdû bo ku bi awayeke birayane û hest kirina bi berpirsiyariya çareserkirina pirsan de bikin.
Top