KCD ê ji bo nîqaşkirina Xwaseriya Demokratîk û pêşketinên siyasî civiyan
Pankartên Kurdî û tirkî yên wekî 'Bi rihê têkoşînê dê Xweseriya Demokratîk avabikin' û 'Ji Kurdistana Xweser ya Demokratik ber bi Komala Tirkiyeyê ya Demokratîk ve' hatin daliqandin. Hin delege bi cilên xwe yên gelêrî tevlî civînê bûn. Civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.
Wê di civîna îro de li ser modela Xweseriya Demokratîk, rewşa xistina parlamenteriya parlamenter Hatîp Dîcle, parlamenterên girtî, girtiyên siyasî, operasyonên siyasî û leşkerî, benda hilbijartinê, makeqanûna demokratîk û gelek mijarên din de biryar bên girtin. Encamnamê civînê de bi daxuyaniyek bê aşkerakirin. Encamname wê di demjimêr 18.00'an de li Qada Batikentê di bernameya ku ji bo biranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de bê aşkerakirin.
ANF