Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Şahnişînê Holenda li Iraq kir
Di hevdîtinê de, li gel axaftina rola Balyoz Peter Van Lîon li berev pêşbirina pêwendiyên di navbera her du welatên dost da, Serok Barzanî daxwaza serkeftinê li erkê wî yê nû da kir.
Ji aliyê xwe ve Balyoz Peter Van Lîon ji bo wê hevkarî û kar hêsaniya ku li dema karkirina li Iraqê de lê hatiye kirin spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku Kurdistan beşekî kêm wêneye li Iraq û herdem ji bîr nake û behsa rola Serok Barzanî ya li pêkanîna Hikûmeta Federal da kir û ragihand ku bi bêyî cenabê wî ev Hikûmet pêk nedihat.
Her wiha Balyoz Peter Van Lîon ji bo wê bernameya çaksaziya ku destpêkiriye destxweşiyê li Serok Barzanî kir.
Li mijareke dinê hevdîtinê de ronahî xistin li ser guhertinên dawiya hinek ji welatên Erebî û sebaret bi paşaroja van welatan de bîr û ra jî danustandin kirin.