BDP’ê û AKP’ê îro civînek li darxist û sibehê jî cîvîn wê bidome
Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek beşdarî beşek ji civînê bû. piştî ku Çîçek ji civînê derket hevdîtina her du heyetan dewam kir.
Selahattîn Demîrtaş got ku wan pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi devkî anîne ziman û li ser pêvajoyê nîqaş kirine û wiha berdewam kir: "Me daxwazên xwe anî ziman, ew ê daxwazên me di partî û koma xwe de binirxînin û ji bo bersivê vegerin, em ê sibehê careke din bên ba hev. Heman heyet wê bên ba hev û rewşê binirxînin."
Navhatî di daxuyaniya xwe ya DÎHA'yê de wiha got: "Em ê nêzîkatiya wan bibînin, li gorî wê nêzîkatiyê em ê jî helwesta xwe diyar bikin. Em ji bo çareseriyê tevdigerin. Heke îradeyeke çareseriyê bibînin em ê tevli xebatên parlamentoyê bibin heke nebe em ê careke din bi koma xwe re rewşê binirxînin."
Demîrtaş der barê necama hevdîtinê de wiha got: "Heke em îradeya çareseriyê bibînin em ê tevli xebatên parlamentoyê bibin, heke nebe em ê bi koma xwe careke din rewşê binirxînin."
Ji heyeta AKP’ê Ahmet Aydin anî zimên ku hevdîtin bi hewayeke erênî derbas bûye û sibehê ew ê dîsa hevdîtinê pêk bînin.
ANF