4 leşker hatin kuştin û rêya Şernexê û Sêrtê jî hat qutkirin û operasyon dijwartirbûn
Der barê operasyonên li Dêrsimê de didomin de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (NRÇ-HPG) daxwiyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku di operoyonan de 4 leşkerên Tirk mirine, gelek leşker jî birîndar bûne.
Li aliyekî din Piştî şeva berê gerîlayên HPG’ê li ser rêgeha riya reş a Şirnex û Sêrtê pişkinîn û kintrola nasnameya kirin, operasyona ji aliyê leşkerên Tirkan ve hatiye dest pê kirin û her diçe berfirehtir dibe. Li deverên çiyayên Herekol, Gabar û Çiravê ku dikeve nav herêma Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Piştî nêzî gundê Memirayê ya navçeya Dihê ya Sêrtê li ser rêgeha Sêrt-Şirnexê gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) nasname kintrol kirin, ji aliyê 23’emîn Fermandariya Liqa Sînor a Cendermeyan a li Şirnexê ve operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Li deverên ‘Damlarca’, ‘Seslîce’, ‘Alkemer’ û ‘Yagızoymak’ ku li herêma ku çiyayên Gabar û Çiravê xwe digihînin hev dikevin, seranserê şeva berê helîkoptêrên Sikorsky komondoyên taybet perwerdekirî û leşkerên kumgewez hatin veguhestin. Hat zanîn ku li hinek girên stratejîk ên li van deveran yekîneyên artêşa Tirk hatine bi cih kirin.
ANF