Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê nû yê Emerîka û şanda li gel kir
Li civînê de ku Dr. Berhem Ehmed Saleh Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Azad Berwarî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şêx Ce'fer Şêx Mistefa Wezîrê Pêşmerge, Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo, Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangehê Karubarê Derveyê Hikûmeta Herêm û Aleks Laskarîs Konsolê Giştî yê Emerîka li Herêm amade bûn, Wezîrê Bergiriyê nû yê Emerîka li gel axaftina encama guftûgoyên xwe yên li Bexda, behsa rol û serkirdayetiya Serok Barzanî ya li pêkanîna Hikûmeta Federaliya Iraqê da kir û piştgîriya xwe jî ji bo temamkirina pêvajoya pêkanîna Hikûmetê bi taybetî li pirkirina postên emniyan ku heta niha nehatiye yek alî kirin, dûpatkir û daxwazkir ku Serok Barzanî rola serekiya xwe li nêzîkkirina bîr û nêrînên aliyan û nakokiyên li Iraqê de bibînê.
Li aliyeke din ve guftûgokirina pêwendiyên di navbera Iraq û Emerîka piştî vekişana hêzên wî welatî ji Iraqê û sedema mayîna wan hêzan û paşaroja pêwendiyên di navbera her du welatan bi giştî û Herêma Kurdistanê û Emerîka bi taybetî mîjareke dinê vê civînê bû. Li vî warî de Wezîrê Bergiriyê Emerîka tekez li ser dostayetiya di navbera Herêm û Emerîkayê kir û ragihand ku welatê wan bi çavekî dostane temaşa Herêmê dike û li çarçêweya Iraqekî Federal û demokrat da pêwendiyekî taybet her dû aliyan pêkve girêdaye û li ser pêşxistina wan pêwendiyan jî berdewam dibin.
Li beramber da, Serok Barzanî ji bo wan qurbaniyan ku li azadkirina Iraqê ji dîktatoriyetê bexşiye spasiyên xwe û gelê Kurdistanê pêşkêşî artêşa Emerîkayê kir û ragihand ku gelê Kurdistanê şan bi şanî li gel artêşa Emerîka hevbeş bûye li qurbanîdan û mebest jî li wê qurbanîdanê gihandina Iraqê buye ji bo rojekî wekî îro. Ji bo wê yekê bi hemû şiyanek ve bi mebesta ragirtina aramî û asayîşa wê hewla çareserkirina gîr û giriftan didîn.
Li dawiya civînê de sebaret bi guhertinên dawî ya vê dawiyê hinek ji welatên navçeyê dîtin û nêrînên xwe danustandin kirin.