• Saturday, 30 November 2024
logo

38 Xwendkarên Zanîngeha Duhokê li zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê dest bi stajê kirin

38 Xwendkarên Zanîngeha Duhokê li zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê dest bi stajê kirin
38 xwendkarên Beşê Perestatiyê ya Zanîngeha Duhukê ya li Herêma Kurdistanê, di bin çavdêriya 4 mamostayan, li Fakûlteya Pizijkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê dest bi staja xwe kirin.

Xwendekarên kurd duhî beşdarî geşta nasandina Zanîngeha Dîcleyê bûn û di geştê de derbarê zanîngeha Dîcleyê de ji cîgirê rektorê zanîngehê Prof. Dr. Aslan Bilici zanyarî wergirtin.

Bilici bi xwendkaran re kurdî û tirkî axivî û got, “Me serdana xwe ya destpêkê ya bo Herêma Kurdistanê bo Zanîngeha Duhokê pêk anî. Me bo karkirina digel Zanîngeha Duhokê îradeyeke xebata hevbeş nîşan daye. Di destpêka vê salê de berhemên van karan derketin holê. Ev proses bi pevguherandina mamostayan û pêkanîna civînên zanistî yên hevbeş dest pê kir û îro 38 xwendkarên Beşê Perestariyê li zanîngeha me dest bi staja xwe kirin.”

Yek ji mamostayên Beşê Perestariyê yê Zanîngeha Duhokê Sefiye Sebrî jî ji ber ku di dabînkirina hemû pêdiviyên wan yên bo niştecihbûn û rojane de alîkariya wan kirine spasî rektor û cîgirên rektorê Zanîngeha Dîcleyê kir û got, “Bi armanca bilindkirina asta xwendkarên xwe, me organîsazyoneke bi vî rengî pêk anî. Em dixwazin xwendkar li vir haletên cur bi cur bibînin û bi pratîkî kar bikin.”

Aknews
Top