Li Tirkiyê operasyonên artêşî li dijî gerîlayê PKK ê dumdikin
Li qada daristanî ya Ayvacikê piştî operasyona artêşa Tirkan şer derketiye. Bi destpêka şer re gelek leşker û yekîneyên taybet çûn qada şer. Hate îragehandin ku piştî şer derketiye gerîlayek bi birîndarî hatiye dîtin. Hate ragihandin ku kesê ku bi birîndarî hatiye dîtin rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvacikê û kesê ku bi birîndarî hatiye girtin jî bi navê Mehmet Can ku li ser nifûsa Farqînê qeydkirî ye. Û hêna jî Operasyonên li herêmê didomim.
Li çoltara navçeya Pîranê ya Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li herêma Pirajmanê û Gorselê di çarçoveya operasyonê de li girên bilind bi helîkopterên skorsky leşker hatin sewqkirin û bi cihkirin. Li gori çavkaniyên herêmî hate zanîn ku leşkeran di operasyonêde herêma Eynî Sîpî wekî barageha oparasyonê nîşan kiriye. Her wiha Fermandariya Cendirmeyan a Pîranê û Tabûra Leşkerî ya Kiz Kirali leşker sewqî herêmê kirin.
ANF