• Saturday, 30 November 2024
logo

Demirtaş û Kişanak bi Cemîl Çîçek re civiyan û daxwazên xwe dubarekirin

Demirtaş û Kişanak bi Cemîl Çîçek re civiyan û daxwazên xwe dubarekirin
Piştî Serokê perlemana Tirkiyeyê bi serokên komên CHP û AKPê re hevdîtin pêk anî, bi serok û wekilên Koma BDPê re jî hevdîtinek pêk anî. Piştî Serokkomar û Serokwezîr bang li BDPê kir, Serokê perlemanê Cemîl Çîçek bi Serokê Koma BDPê Selahattîn Demîrtaş û parlementera Sêrtê Gultan Kişanak re civiya.

Piştî Serokê perlemana Tirkiyeyê Cemîl Çîçek bi Serokên Koma CHP û AKPê re hevdîtin pêkanî, bi Serokê Koma BDPê Selahattin Demîrtaş û Gultan Kişanak re civîya.


Hevdîtina ku demjimêr 18.30an pêk hat û piştî nîv saetê bi dawî bû. Çîçek, ji BDPê re wiha got: "CHPê sond xwar û dest bi xebatan kir. Em dixwazin hûn jî vegerin. Em dixwazin hun jî dibin banê vê perlemanê de cih bigirin. BDPiyan jî dawazên xwe yên berê dubare kirin û xwestin parlamenterên wan ên girtî serbest bên berdan û parlementeriya Hatîp Dîcle dîsa bi paşve bê dayîn. Herwiha ji bo vê yekê jî makeqanûn bên guhertin û rastkirin.

BDPê ji Çîçek xwest ku wekî CHPê bi wan re jî hevdîtinan bikin û peymanê îmze bikin. BDP ê da zanîn ku ger daxwazên wan pêk bên, dê vegerin perlemanê.

Her wiha herdu perlemantarên kurd ji Çîçek xwestin ku berpirsiyariyê bide ser xwe. Cemîl Çîçek jî got "Ger ku berpirsiyariyek bikeve ser milê min, ezê bikim." Demîrtaş, piştî hevditinê diyar kir ku ew dê di nava 2 rojan de bibînin ku wê Serokê perlemanê Çîçek berpirsiyariyê dide ser milê xwe ya na.

Rûdaw
Top