• Saturday, 30 November 2024
logo

Gul û Erdogan dixwazin BDP ê were perlemanê

Gul û Erdogan dixwazin BDP ê were perlemanê
Serokwezîrê Tirkiya Recep Tayyîp Erdogan piştî ku bi CHP’ê re lu hevkirî da xuyand û îdîa kir ku BDP nehatiye qewitandin û got, “Cihê ku ew ê bên vir (meclîs) e.” Serokkomar Abdullah Gul jî bang li BDP’î kir ku BDP beşdarî Meclîsê bibin.

Serokwezîr Erdogan dema ji bo hevdîtinên Bernameya Hikûmetê hat Meclîsa Tirkiyeyê, pirsên endamên çapemneyê bersivand. Di nav bersivandina pirsên rojnamegeran de Erdogan biryara sondxwarinê ya CHP’ê jî wiha nirxand: “Bixêr bû. Baş bû. Jixwe bendewariya me jî ev bû. Me her tim ev da xwiyand. Cihê çareseriyê Meclîs e. Tê vê wateyê ku bi hestiyar tevgeriyane.”

Li hember gotinên Serokê Koma BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku gotibû ‘Em li derveyî pêvajoyê hiştin, em hatin qewirandin’ jî Erdogan îdîa kir û got: “Tu kes nehatiye qewirandin. Cihê wan jî vir (meclîs) e. Li gor min divê ew jî bêyî ku dereng bimînin, biryara xwe bidin û li Meclîsê cihê xwe bigirin. (.....) Ez bawer dikim ku ew jî dê demeke kin de dê werin Meclîsê û sondê bixwin.”

Li aliyekê din Serokkomar Abdullah Gul diyar kir ku sondxwarina parlamnenterên CHP’ê cihê xweşheliyê ye û wiha domand: “Dema deriyên diyalogê vekirîbe, dema li hev bê rûniştin, her tişt çareser dibe. Ez hêvî dikim ku parlamenterên BDP’ê jî vedigerin Meclîsê; bi heman awayî peywirên xwe pêk tînin û dest bi xebatên xwe yên parlamenterî dikin.”

ANF
Top