• Saturday, 30 November 2024
logo

Alîgirên rijêma Esad êrîşî balyozxaneyên Frens û DYA’yê kirin

Alîgirên rijêma Esad êrîşî balyozxaneyên Frens û DYA’yê kirin
Hat ragihandin ku alîgirên Serokdewletê Sûriyeyê Beşşar Esad êrişî balyozxaneyên Frens û DYA’yê yên li Şamê kirin.

Ajansên Nûçeyan ragihand ku komek alîgirên Serokdewletê Sûriyeyê Beşşar Esad bi ketine hundirê Balyozxaneya Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA) ya li paytext Şamê.

Hat zanîn ku bi heman awayî komekê jî xwestiye bi zorê bikeve hundirê Balyozxaneya Frens ya li Şamê; lê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve pêşî li komê hatiye girtin. Hat ragihandin ku ewlekarên Balyozxaneyê gulle bera hewa daye û bi vî awayî alîgirên Esad dane rawestandin.
Top