Temer remezan:Ev sale budceyeka baştir bo deverên veqetiyayî hatiye terxankirin
Temer Remezan ku duhî 10/7/2011 pêşiwaziya şandekê perlemantarên îraqî ji firaksiyona Kurdistanî yên parêzgeha mûsilê bi serokatiya (Dr. Muhsin Seidun cêgirê serokê firaksiyona Kurdistanî li perlemanê Îraqê kir, dubare piştevaniya parêzgehê bo her arîkariyekê bo deverên kêşedar nîşa da.
Şandê navibirî daxwaz ji parêzgarê Duhokê kir ku arîkariyên pêdivî bo xelkê deverên Zomar, Şingal û deverên dî bike, çunku kargêriya parêzgeha Mûsil weku pêdivî girîngyê nadete rewşa wan deveran.
Rojnama Evro