• Saturday, 30 November 2024
logo

deqê gotara Barzanî di rêwresmên vekirina konsilxaneya Emrîka li Hewlêrê

deqê gotara Barzanî di rêwresmên vekirina konsilxaneya Emrîka li Hewlêrê
Li rêwresma vekirina Konsolxaneya Giştî ya Emrîka li Hewlêr birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Amadevanên birêz gelek gelek xwe bi bextewer dizanim ku îro beşdarî li vê rêwresma pir biha dikim. Dixwazim bi navê gelê Kurdistanê pîrozbahiye germ pêşkêşî gelê Emerîka bikim ji bo derbasbûna 235 sal ji bo serbixweyiya vî welatê mezin, îro rojekî girînge li pêwendiya di navbera gelê Kurdistan û welatê Emerîka, îro nûkirina pêwendiyeke çendîn sale ku her du alî pêkve me xwîn da bi navê rojekî wiha ku ev azadiya Iraqê li encama wê hat û îro jî dibînîn li paytexta Herêma Kurdistanê bi awayeke fermî Konsolxaneya Giştî ya Emerîka dihête vekirin.

Em wekî gelê Kurdistanê piştevaniya we ji bîr nakîn, her li sala 1991 ve ku we navçeya dijî firînê dabîn kir ji bo wê me jî ji wê derfetê sûd wergirt mijulî damezrandina welatê xwe û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê buyîn. Eger piştevaniya we nebuya ew derfet ji bo me nedirexsa. Ji bo rexsandina vê derfetê spasî we û hevpeymanên we dikîn.

Her wiha me pêkve kar kir heta ku gihîştîn sala 2003 û rejîma dîktatorî li Iraqê rûxiya bi hevkariya we derfetekî zêrîn ji bo gelê Iraqê hate holê bo ku welatekî demokratî ji nû ve ava bikîn. Em dizanîn çendîn xalên hevbeş hene li navbera gelê Kurdistanê. Bawerbûna bi demokratiyet û hevdû qebulkirin û azadiya takekesî û azadiya civakê de, em we dilniya dikîn ku em sûrîn û li ser pêvajoya demokrasiya li Herêma Kurdistanê û bi damezrandina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê de berdewam dibîn.

Ew azadiya bi xwîna hezaran zarokên me hatiye holê bi tu tiştekî din naguherîn. Li heman demî de dizanîn nabê em li vir rûnîn û li benda wê yekê bîn ku Emerîka û Ewrupa yarmetiya me bidin. Ji ber ku divê em bi xwe hebîn bo wê yekê ku ew bên yarmetiya me bidin. Ji bo ku em ji bo we rê xweşbikîn yarmetiya me bidin dizanîn pêwîste girêdayî bingehên demokrasî û azadî û hevdû qebulkirinê bîn. Em we dilniya dikîn ew bingehên esasîne û em girêdayî wanin.

Ez nabêjim em bê kêmasîne lê belê şanaziyê bi wan destkeftan dikîn ku li Herêma Kurdistanê me bi dest xistiye. Em berdewam dibîn li rola erêniya xwe ya sebaret bi Iraq û Herêma Kurdistanê bi hemû hêz û şiyanek hewl dide ji bo we çareseriya hemû giriftan bike li gel Iraq, tu demek em nabîn beşek ji pirsê. Belku her li destpêkê ve em beşek bûn ji çareseriyê û her wiha jî dimînîn. Em xweşhalîn ku niha serdema azadiya mîlletane, doh Başurê Sudan serbixweyiya xwe wergirt û li wan pîrozbê, eve rastiyek derdixe ku tu tiştek nikarê li pêş îradeya mîllet rawesta.

Em hemû hengavên xwe bi nirxandinê davêjîn, lê belê her berev pêşve diçîn û qet bîra wê yekê nakîn ku yek hengav berev paşve biçîn. Ez dixwazim gelek spasî cenabê Balyoz Jeffrey û Konsol Aleks bikim ji bo vê hevkariya bi pêkve me li vir kiriye bi tekez ew dostayetiya me berdewam dibê.

Li dawiyê de pêzanîn û spasiyên gelê Kurd ji bo gelê Emerîka radigihînim ji bo wê qurbaniya ku bi navê azadiya Iraq û gelê Kurdistanê de dane.

Gelek gelek spas
Top