• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê bersîva daxûyaniya Nurî Malîkî Serok Wezîrê Iraqa Federal da

Serokê Herêma Kurdistanê bersîva daxûyaniya Nurî Malîkî Serok Wezîrê Iraqa Federal da
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Roja pênçşema derbasbûyî birêz Nurî Malîkî Serok Wezîrê Iraqê li daxûyaniyek de ji bo Serok xêlekên Bexda hişyarî daye aliyê siyasiyên welat ku ji bo pêkanîna Herêmeke din hewldidin û ronahîkir ku hengavên bi vî awayî dibê sedemê cûdabûn û hilbûna şerê navxo ku eve jî bi raya wê yekîtiya axa Iraqê dixe metirsiyê ve.


Ez ji bo vê daxûyaniyê sosret mam, ji ber ku daxwaziyên bi vî awayî tiştekî yasayiye û destûra bingehîn jî vê mafê diyarkiriye û tu metirsiyek dirûst nake, belku bi berevajî yekrêziya gelê Iraqê xurttir dike.

Tekez dikim ku girêdayî nebûna bi destûr, Iraqê berev hilderê ve dibe neku daxwaza bi herêm kirin.


Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

09/07/2011
Top