Felah Mistefa: Deh konsolxaneyên din tên Kurdistanê
Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa da zanîn ku li Herêma Kurdistanê 20 nûneratiyên dîplomatîk hene, piraniya wan jî konsolxaneyên giştî ne û got: ‘’Di dawiya îsal de jî konsolxane zêde dibin.
berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felas Mistefa ji rojnameya Şerq El-Ewsed re got: “Em li bendê ne ku heya dawiya vê salê hêjmara konsolxaneyên welatên Ereb ên li Herêma Kurdistanê bigihe 5 konsûlxaneyan. Niha 20 nûnertiyên dîplomasiyê kar dikin, hinek konsûlxaneyên giştî ne, hinek ofîsên balyozxaneyan in û yên din jî konsolxaneyên rûmetê ne.
Li Herêma Kurdistanê gelek konsolxaneyên welatên Ewrûpî, welatên cûda û welatên cîran hatine vekirin, lê konsolxaneyên welatên Ereb li Herêma Kurdistanê kêm in. Heya niha tenê Misir û Urdunê konsolxaneyên xwe vekirine.
Felah Mistefa di berdewama axaftinên xwe de dibêje: “Hinek welatan namzetiya xwe nîşan dane ku wekî konsol li Kurdistanê kar bikin. Ew jî bi hemahengiya li gel me û Wezareta Derve ya İraqê tên encamdayîn. Bi vê yekê jî wê hêjmara konsolxaneyan ber bi zêdebûnê ve biçe.
Welatên namzetiya xwe ji bo vekirina konsol û konsolxaneyan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirîn evin; Romanya niha ofîsek bazirganî heye, Rûsya Spî, Bûlgarîstan, Polonya, Hengarya, Hirvatîstan, Norveç û Libnanê biryar girtine ku li Herêma Kurdistanê kosolxaneya rûmetê vekirin. Ji bilî vane jî Îmarata Ereba Yekgirtî û deshilata Filîstînê jî biryar dane ku konsoliya xwe li Kurdistanê vekin.
Mistefa derbarê hêjmar û çawaniya xebitîna nûnertiyên Herêma Kurdistanê ya li welatên cîhanê got: “Niha Herêma Kurdistanê li welatên cîhanê 12 nûnertî heye û di demên pêwîst de em dikarin nûnertiyên din jî vekin. Ji bilî vê yekê jî em li gor destûrê û ji bo dîtina mekanîzmeyek bo xebitîna nûnertiya xwe ya di nava çarçoveya balyozxaneyên İraqê yên li cîhanê, li gel Hikûmeta İraqê kar dikin.”